Tirkiye, Koronavîrus

511 welatiyên ji Iraqê hatin li wargeha KYKyê ya Afyonqerehîsarê hatin bicîkirin

511 welatiyên Tirkiyeyê yên ji Iraqê hatin welêt di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ji bo di çavdêriyê da bigrin di Wargeha Xwendekarê Qîzîn a Bacim Siltanê ya Afyonêqerehîsarê da hatin bicîkirin.

Haydar Şahin  | 08.04.2020 - Rojanekırın : 08.04.2020
511 welatiyên ji Iraqê hatin li wargeha KYKyê ya Afyonqerehîsarê hatin bicîkirin

Afyonkarahisar

511 welatiyên Tirkiyeyê yên ji Iraqê hatin welêt di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ji bo di çavdêriyê da bigrin di Wargeha Xwendekarê Qîzîn a Bacim Siltanê ya Afyonêqerehîsarê da hatin bicîkirin.

Li gor agahiyên hatin sitandin, ji bo 511 karkerên Tirk ên piştî nîvro hatin Balafirgeha Esenboxayê ya Enqereyê bi hevalrêtiya polês, cendirmeya bi 23 otobêsan şandin Afyonqerehîsarê.

Li gor rêgezên tevdîran agirê welaiyan hat pîvandin û yekoyeko hildan Wargeha Xwendkarên Qîzîn a Bacim Siltanê. Her welatiyek di odeyekê da dimîne.

Ekîbên polêsan li dora avahiyê tevdîrên ewlehiyê hildan, ekîbên şaredariyê jî otobês dezenfekte kirin.

Hat ragihandin ku di nav 14 rojên karatînayê da hewcedariyên welatiyan ew ê bi destê Walîtiya Afyonqerehîsarê, Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê ya Bajêr, Midûriyeta Tenduristiyê, Midûrêyeta Spor û Ciwaniyê, Hîva Sor a Tirkiyeyê werin dîtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın