Koronavîrus

Pêketiyên Kovîd-19ê li 46 bajaran zêde bûn, li 34 bajaran kêm bûn, li bajarekî neguherî

Ahmet Sertan Usul  | 18.10.2021 - Rojanekırın : 18.10.2021
Pêketiyên Kovîd-19ê li 46 bajaran zêde bûn, li 34 bajaran kêm bûn, li bajarekî neguherî

Ankara

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên navbera 2-8ê cotmehê, pêketiyên Kovîd-19ê di her 100 hezar kesî da li 46 bajaran zêde bû, li 34 bajaran kêm bû, li bajarekî wek xwe ma.

Wezareta Tenduristiyê ji bo 81 bajaran ji her 100 hezar kesî pêketiyên Kovîd-19ê eşkere kirin.

Li gor vê li tevahiya welêt li Gîresun, Ordu û Erdexanê jimara pêketiyan di 100 hezar kesî da ji 100 kesî zêdetir in. Jimara pêketiyan li Gîresunê 163,80, li Orduyê 128,71, li Erdexanê jî 107,11 zêde bû.

Hefteya borî (25ê îlonê-1ê cotmehê) Gîresun di rêza bajarên ku pêketî lê zêde bûne da 44em bû, ji vê hefteyê pê va derket rêza 15em. Ordu jî berê di rêza 22yem da bû, lê niha derket rêza 6em, Erdexan jî di rêza 38em da bû, vê hefteyê derket rêza 21em.

Li tevahiya welêt di her 100 hezar kesî da jimara pêketiyan li 35 bajaran jî ji di navbera 1-50yî da zêde bû. Li gor rêza zêdebûnê ev bajêr wiha ne:

"Bîlecîk (47,55), Bolu (42,88), Kocaelî (39,06), Balikesîr (32,98), Bursa (30,47), Artvîn (27,14), Îdir (26,82), Yalova (26,08), Trabzon (25,62), Stenbol (22,87), Kilîs (22,41), Osmaniye (21,51), Sînop (21,25), Qers (16,49), Tekirdag (15,36), Karaman (14,13), Manîsa (13,93), Bartin (13,57), Erzincan (12,79), Çanakkale (12,18), Hatay (11,15), Denizlî (9,41), Şanliurfa (7,47), Mugla (6,99), Sêrt (4,83), Mêrsîn (4,82), Nevşehîr (3,61), Kirikkale (3,59), Antalya (3,38), Gazîantep (2,24), Meletî (2,23), Aydin (2,15), Îzmir (1,94), Hekarî (1,43), Tuncelî (1,2)."

Ji aliyê din va li Ispartayê di her 100 hezar kesî da jimara pêketiyan wekî hefteya borî 173,52 man.

Jimara pêketiyan li Enqereyê kêm bû, li Stenbol û Îzmirê zêde bû.

Bajarên ku jimara pêketiyan lê kêm bû jî li gor rêzê wiha ne:

"Yozgat (66,81), Nîgde (57,72), Kayserî (47,98), Bîtlîs (41,59), Bayburt (41,5), Kutahya (37,8), Adiyeman (36,21), Erzirom (34,02), Aksaray (27,66), Uşak (26,26), Batman (25,47), Sêwas (19,82), Konya (19,2), Mûş (16,05), Afyonkarahisar (12,75), Şirnex (12,46), Kirklarelî (12,44), Gumuşxane (9,17), Edirne (8,59), Çankiri (8,32), Agirî (7,85), Eskîşehir (7,65), Edene (7,49), Kirşehir (7,4), Enqere (7,2), Rîze (6,68), Diyarbekir (6,39), Zonguldak (5,41), Burdur (3,37), Bîngol (2,49), Wan (2,35), Elezîz (1,36), Mêrdîn (1,05), Sakarya (0,77)."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.