Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 28 hezar û 118 kesan pozîtîf derket, 262 kes mirin

Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 343 hezar û 142 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 28 hezar û 118 kes pozîtîf derketin, 262 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 343 hezar û 142 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 28 hezar û 118 kes pozîtîf derketin, 262 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 32 hezar û 249 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 84,28 ya doza duyem jî weke 66,76 hat tomarkirin.
Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 104 milyon û 20 hezar û 938 aşî hatiye kirin.
Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 494 hezar û 127 kesan doza yekem û duyem û sêyem derzî li xwe dane.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.