Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 25 hezar û 861 kesan pozîtîf derket, 228 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 341 hezar û 221 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 25 hezar û 861 kes pozîtîf derketin, 228 kesan canê xwe ji dest da.

Aybüke İnal Kamacı  | 26.09.2021 - Rojanekırın : 28.09.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 25 hezar û 861 kesan pozîtîf derket, 228 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 341 hezar û 221 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 25 hezar û 861 kes pozîtîf derketin, 228 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 341 hezar û 221 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 25 hezar û 861 kes pozîtîf derketin, 228 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 24 hezar û 875 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 86,10 a doza duyem jî weke 70,18 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 107 milyon û 840 hezar û 404 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 198 hezar û 481 kesan derzî li xwe dane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.