Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 33 hezar û 860 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 237 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 357 hezar û 636 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 33 hezar û 860 pozîtîf derketin, 237 kes mirin.

Orhan Onur Gemici  | 12.10.2021 - Rojanekırın : 13.10.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 33 hezar û 860 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 237 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 357 hezar û 636 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 33 hezar û 860 pozîtîf derketin, 237 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 357 hezar û 636 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 33 hezar û 860 kes pozîtîf derketin, 196 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 30 hezar û 110 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 88 ya doza duyem jî weke 75,10 hat tomarkirin.

Di çarçoveya derzîlêdana Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 112 milyon û 941 hezar û 94 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 274 hezar û 468 kesan derzî li xwe dane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın