Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 27 hezar û 663 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 232 kes mirin
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 351 hezar û 152 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 27 hezar û 663 pozîtîf derketin, 232 kes mirin.

Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 351 hezar û 152 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 27 hezar û 663 pozîtîf derketin, 232 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 351 hezar û 1523 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 27 hezar û 663 kes pozîtîf derketin, 232 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 30 hezar û 824 e.
Li Tirkiyeyê heta nuha 1154 milyon û 480 hezar û 511 doz aşî hatiye kirin. Di çarçoveya têkoşîna dijî Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 224 hezar û 799 doz aşî hat kirin.
10 wîlayetên ku rêjeya derzîlêdana 2 dozan li wan herî zêde ye; Ordu, Mugla, Kirklareli, Amasya, Çanakkale, Eskişehir, Osmaniye, Balikesir, Edirne û Zonguldak in.
Herwiha wîlayetên ku rêjeya derzîlêdana 2 dozan li wan herêi kêm e jî ev in: Şanliurfa, Batman, Diyarbekir, Mûş, Sêrt, Mêrdîn, Bingol, Bidlîs, Agirî û Bayburt.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.