Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 25 hezar û 216 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 207 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 359 hezar û 420 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 25 hezar û 216 pozîtîf derketin, 207 kes mirin.

Muhammed Nuri Erdoğan  | 30.11.2021 - Rojanekırın : 01.12.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 25 hezar û 216 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 207 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 359 hezar û 420 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 25 hezar û 216 pozîtîf derketin, 207 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 359 hezar û 420 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 25 hezar û 216 kes pozîtîf derketin, 207 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 24 hezar û 498 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 90,64 a doza duyem jî weke 81,29 hat tomarkirin.

Li Tirkiyeyê heta nuha 120 milyon û 390 hezar û 651 doz aşî hatiye kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.