Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 24 hezar û 856 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 193 kes mirin
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 361 hezar û 5 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 24 hezar û 856 pozîtîf derketin, 193 kes mirin.

Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 361 hezar û 5 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 24 hezar û 856 pozîtîf derketin, 193 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 361 hezar û 5 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 24 hezar û 856 kes pozîtîf derketin, 193 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 28 hezar û 935 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 90,33 a doza duyem jî weke 80,70 hat tomarkirin.
Li Tirkiyeyê heta nuha 119 milyon û 473 hezar û 872 doz aşî hatiye kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.