Koronavîrus

Li Mêrdînê ekîbên tenduristiyê ji bo aşiyê bi Tirkî, Kurdî û Erebî bang dikin

Halil İbrahim Sincar, Şahin Seçen  | 19.01.2022 - Rojanekırın : 20.01.2022
Li Mêrdînê ekîbên tenduristiyê ji bo aşiyê bi Tirkî, Kurdî û Erebî bang dikin

Mardin

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê di nav kesên herî kêm du aşî li xwe xistine da rêjeya herî kêm li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê hat dîtin. Wezîfedar bi Tirkî, Kurdî û Erebî ji bo aşiyê bang dikin ku welatî aşiya xwe bikin.

Li navçeya xebatên aşîkirinê lê bênavber dewam dikin di vê çarçoveyê da ekîb hin rojên hefteyê bi wesayîtan li nav navçeyê digerin bi Kurdî, Tirkî û Erebî bang dikin ku welatî aşî bibin.

Muhammed Asrinê kordînatorê aşiyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ekîbên gerok li saziyên tenduristiyê hem jî li ketina navçeyê xebatên aşîkirinê didomînin.

Ayşegul Bîlgîça hemşîre jî bi wesayîta zabiteyan digere bi 3 zimanan banga aşiyê dike.

Emîn Karakulakê aşî li xwe xist jî ji bo xebatên wan ji ekîbên tenduristiyê ra sipas kir.

Kamuran Ozçelîk diyar kir ku piştî bangê hat aşiyê li xwe bixe û bangî gel kir ku werin aşiyên xwe temam bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın