Li dinyayê ji 4 milyar dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat emilandin
Li tevahiya dinyayê heta niha ji 4 milyar dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin û Tirkiye ji hêla aşîkirinê da di rêza 8emîn da ye.

Istanbul
Li tevahiya dinyayê heta niha ji 4 milyar dozî zêdetir aşiya Kovîd-19ê hat lêxistin û Tirkiye jî ji hêla aşîkirinê da di rêza 8emîn da cî digire.
Li gor malpera "Ourworldindata.org"ê ku daneyên ser aşiya Kovîd-19ê berhev dike, Çîn bi milyarek û 600 milyon dozî va bû welatê ku heta niha herî zêde aşî lê hatiye lêxistin, piştî Çînê bi 450 milyon û 710 hezarî va Hindistan, bi 343 milyon û 360 hezarî va Amerîka, bi 137 milyon û 880 hezarî va Brezîlya, bi 91 milyonî va Almanya, bi 84 milyon û 300 hezarî va Îngiltere, bi 82 milyon û 590 hezarî va Japonya, bi 70 milyon û 525 hezarî va Tirkiye, bi 69 milyon 690 hezarî va Fransa, bi 67 milyonî va Îtalya, bi 64 milyon û 840 hezarî va Endonezya, bi 63 milyon 310 hezarî va Meksika, bi 59 milyon 220 hezarî va Rusya û bi 55 milyon û 190 hezarî va jî li Spanyayê aşî hatin kirin.
- Tirkiye di nav welatên herî zêde aşî lê hatiye kirin da di rêza 8emîn da ye
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê heta niha li Tirkiyeyê 70 milyon û 525 hezar û 656 doz aşî hatiye kirin.
Ji hêla aşîkirinê va Tirkiye li seranserê dinyayê di rêza 8emîn da cî digire û li seranserê welêt heta niha 40 milyon û 352 hezar û 511 kesî doza ewil a aşiyê û 25 milyon û 619 hezar û 301 kesî jî doza duyemîn a aşiyê li xwe xistine.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.