Li dinyayê hejmara kesên piştî Kovîd-19ê pak bûn ji 220 milyonî derbas bû

Ankara
Li dinyayê hejmara kesên piştî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) pak bûn ji 220 milyonî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welat û herêman berhev dike, li ser rûyê dinyayê 3 welatên ku herî zêde pêketî lê hatin tesbîtkirin, di heman demê da herî zêde pêketî jî lê pak bûn.
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku bi vîrûsê ketin û pak bûn derket 220 milyon û 118 hezar û 718an.
Li Amerîkayê 35 milyon û 814 hezar û 326 kes, li Hindistanê 33 milyon û 495 hezar û 808 kes, li Brezîlyayê 20 milyon û 961 hezar û 55 kes pak bûn.
Hejmara pêketiyan li Rûsyayê bû 7 milyon û 65 hezar û 712, li Îngiltereyê bû 7 milyon û 28 hezar û 711, li Fransayê bû 6 milyon û 896 hezar û 56, li Îranê bû 5 milyon û 361 hezar û 189, li Arjantînê bû 5 milyon û 142 hezar û 102 û li Îspanyayê bû 4 milyon û 844 hezar û 491.
Li Tirkiyeyê 7 milyon û 172 hezar û 460 pêketî pak bûn.
Li dinyayê 17 milyon û 777 hezar û 85 kes hê tên dermankirin. Kovîd-19a ku di berfanbara 2019an da li Wuhana bajarê Çînê derketibû holê, belavî ji 200î zêdetir welat û herêman bibû.
Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyan derket 242 milyon û 834 hezar û 44an, 4 milyon û 938 hezar û 241 kes jî ji ber nexweşiyê mirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.