Koronavîrus

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 286 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Ahmet Dursun  | 22.09.2021 - Rojanekırın : 22.09.2021
Li Îranê di 24 saetên dawîn da 286 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Ankara

ANKARA (AA) - Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 286 zêde bû û derket 118 hezar û 191an.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 17 hezar û 433 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 2 hezar û 164 kes li nexweşxaneyê hatin razandin.

Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 344 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 118 hezar û 191an, jimara pêketiyan jî derket 5 milyon û 477 hezar û 229an. Li welêt 53 roj şûnda cara ewil jimara kesên ku rojane dimirin ket binê 300î.

Li tevahiya welêt rewşa 6 hezar û 632 kesên ku bi Kovîd-19ê ketine û di nexweşxaneyan da hatine razandin, giran e.

Wezaretê diyar kir, heta niha 32 milyon û 250 hezar û 543 kes doza ewil a aşiyê bûye, 14 milyon û 648 hezar û 891 kes jî her du dozên aşiyê bûne.

Bi tevahî 46 milyon û 899 hezar û 434 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.

Ji hêla din va 57 bajar di kategoriya "sor", 238 bajar di kategoriya "tûtik" û 136 bajar jî di kategoriya "zer" da ne. 17 bajar jî bê rîsk in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın