Tenduristî, Koronavîrus

Ekîbên tenduristiyê li Qersê seba aşîkirinê mal bi mal digerin

İsmail Kaplan  | 21.09.2021 - Rojanekırın : 23.09.2021
Ekîbên tenduristiyê li Qersê seba aşîkirinê mal bi mal digerin

Kars

 Li Qersê ekîbên tenduristiyê ji bo ku li bajêr temamiya nifûsa hedef aşî bikin, li gundan mal bi mal digerin û aşiya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li welatiyan dixin.

Li bajêr, bi taybetî seba aşîkirina gundên ku rêjeya aşîkirina wan kêm e, di kordînasyona Midûrê Tenduristiya Bajarê Qersê Pispor Dr. Zakir Lazoglu da xebat dan destpêkirin û xebat dewam dike. Ekîb gundên ku rêjeya aşîkirina wan kêm e, tesbît dike û paşê diçin van gundan.

Ekîbên tenduristiyê ji bo ku ji sedî 100ê nifûsa hedef aşî bikin, bi rê ketin û li gundan mal bi mal digerin ku welatiyan seba aşiyê qanî bikin. Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Lazoglu jî bi ekîban ra gund bi gund digere welatiyan agahdar dike.

Ekîba aşiyê li gundê Halefogluyê çadir vegirt û welatî aşî kirin.

Kesên ku naxwazin aşî bibin an jî kesên dixwazin aşî bibin, lê nikarin herin çadirê, ekîba aşiyê diçin malên wan.

Ekîba Heyva Sor jî ji bo piştgiriya xebatkarên tenduristiyê bi wan ra diçin gundan û kesên ku aşî dibin, tiştan ji wan ra îkram dikin.

Midûrê Tenduristiyê yê Bajêr Zakir Lazoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku wekî Tirkiyeyê li Wersê jî xebatên aşîkirinê bi lez û bez dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.