Tenduristî, Koronavîrus

Azîz Sancar: "Heke qanûn li merivan ferz neke jî, divê meriv aşî bibe"

Sevgi Ceren Gökkoyun  | 27.09.2021 - Rojanekırın : 28.09.2021
Azîz Sancar: "Heke qanûn li merivan ferz neke jî, divê meriv aşî bibe"

Ankara

Zanyar Prof. Dr. Azîz Sancarê ku xelata Nobelê standiye, bi zanyarên ku di binê banê "Platforma Tirkiyeyê ya COVID-19ê ya TUBÎTAKê" xebatên çêkirina aşî û dermanan dimeşînin ra civiya û wiha got, "Dijayetiya aşiyê helwesteke bê mentiq e. Heke qanûn li merivan ferz neke jî, divê meriv aşî bibe."

Sancar ji bo TEKNOFESTa mihrîcana hewagerî, feza û teknolojiyê ya herî mezin ê dinyayê, wekî mêhvanê rûmetê yê TUBÎTAKê hat Tirkiyeyê û bi "Platforma Tirkiyeyê ya COVID-19ê ya TUBÎTAKê" ra civiya.

Wezîrê Sanayî û Teknolojiyê Mustafa Varank li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bi vîdeoyê va civîn parve kir û ragihand.

Sancar piştî civînê pirs bersivandin û li ser pirsa dijayetiya aşiyê wiha got, "Nizanim ez ê çi bibêjim, lewra bi min dijayetiya aşiyê helwesteke bê mentiq e. Ez nizanim bê ka qanûnên Tirkiyeyê (aşiyê) li meriv ferz dikin, lê heke qanûn li merivan ferz neke jî, divê meriv aşî bibe, heke na hûn kesên din dixin talûkeyê. Heqê we tuneye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.