Xebatkarên tenduristiyê li Bitlîsê gund bi gund aşiya Kovîd-19ê dikin

Bitlis
Li Bitlîsê di çarçoveya têkoşîna hemberî nexweşiya şewba Kovîd-19ê ya çar aliyê welêt hildaye bin tesîra xwe hewl tê dayîn û xebatkarên tenduristiyê di vê heyama bi zor û zehmet da li ser kar in û ji bo aşîkirinê xwe digihînin welatiyan.
Ekîba aşîkirinê ya ji doxtor û hemşîreyan pêk tê û bi destê Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr hatiye avakirin ji bo têkoşîna li hemberî şewba Kovîd-19ê hewl didin û tax bi tax, gund bi gund digerin û welatiyan dora wan hatiye aşî dikin.
Di meha Remezanê da jî ekîba tenduristiyê li ser karê xwe ye û ekîba aşîkirinê ya Midûriyeta Tenduristiyê ya Navçeya Tetwanê berî xebatên fermî dest pê bikin derdikevin rê û diçin serdana kesên nikarin werin aşî bibin, dora wan hatiye û randevû hildane û aşiya Kovîd-19ê li wan dixin.
Ekîba tenduristiyê ya berê xwe didin gundên Bitlîsê carna bi kîlometreyan rê dimeşin û digel hemû zor û zehmetiyan xwe digihînin welatiyên him wan aşî dikin û him jî wan kontrol dikin. Kesên ku xebatkarên tenduristiyê yên heta ber piyên wan hatine jî dinyayek dia li wan dikin û dibêjin çi mirazê wan heye bila biçe serî.
- "Digel Remezanê em bênavber karê xwe didomînin"
Ji ekîba aşiyê Dr. Oguzhan Otlu daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew digel meha Remezanê karê xwe didomînin û aşîkirina welatiyan paşve navêjin.
Otlu destnîşan kir ku ew ji dil û can mal bi mal digerin welatiyan kontrol dikin û derziyên wan ên aşiyê li wan dixin û wiha domand: "Em ji ber ku rêzê nîşanî karê xwe didin û ji vî karî hez dikin ji miletê xwe ra vê xizmetê dikin. Kesên dixwazin piştî fetarê aşî bibin jî heta saet 24.00ê şevê dikarin ji nexweşxaneyê randevûyê hildin û werin aşî bibin.
Ji ekîba aşîkirinê hemşîre Pinar Kuçukçayirê jî destnîşan kir ku wek ekîp dema ew xebatên xwe li gundan didomînin mixtarên gundan alîkariya wan dikin û ew jî hêvî dikin bi saya aşîkirinê dawî li vê şewbê bê û bi vê hêviyê gund bi gund mala bi mal digerin û karê xwe dikin.
Şêniyên gundên Toprakli û Kaynarcaya ser navçeya Tetwanê ku hatin aşîkirin jî ji ekîbên tenduristiyê ra spas kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.