Wezareta Tendirustiyê: Li Tirkiyeyê hejmara nexweşên ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 1042an
Wezareta Tendirustiyê ragihand di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 135 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 73 kes mirin, hejmara pêketiyan gihişt 27 hezar û 69an, ya miriyan gihişt 574an.

Ankara
Wezareta Tendirustiyê ragihand di 24 saetên dawîn de 3 hezar û 135 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 73 kes mirin, hejmara pêketiyan gihişt 27 hezar û 69an, ya miriyan gihişt 574an. Hejmara kesên ku dermankirina wan a Kovîd-19ê qediya û taburcî bûn jî gihişt 1042an.
Li gorî daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê" ya li ser malpera înternetê ya wezaretê, îro 20 hezar û 65 test hatin kirin. Di vê çarçoveyê de 3 hezar û 135 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.
Di 24 saetên dawîn de 73 kesan canê xwe ji dest da, 256 nexweş jî tedawiya wan qediya û taburcî bûn.
Hejmara giştî ya testan gihişt 181 hezar û 445an, hejmara pêketiyan jî gihişt 27 hezar û 69an. Heta nuha 574 kesan wefat kiriye. Hezar û 281 nexweş di beşa nexweşiya giran de ne. Bi giştî 1381 nexweşên entube hene. Hejmara kesên ku dermankirina wan a Kovîd-19ê qediya û taburcî bûn jî gihişt 1042an.
Ji aliyekî din ve Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca daneyên nû yên "Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê", ji ser hesabê xwe yê Twitterê parve kir.
Koca di parvekirina xwe de wiha got, "Di hejmara testan de me 20 hezar derbas kir. Hejmara nexweşên me yên ku rehet bûn 1000 derbas kir. Vîrus hêza xwe ji temasê distîne. Li malên xwe bimînin. Ez spasiya ciwanan dikim ku bi sepana nû re ji hemî aliyan re dibin nimûne."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.Test sayısında 20.000’i aştık. İyileşen toplam hasta sayımız 1.000’i geçti. Virüs, gücünü temas ortamından alıyor. Virüse bu fırsatı tanımayalım. Evde kalalım. Yeni uygulamada davranışlarıyla herkese örnek olan gençlere teşekkür ediyorum.https://t.co/RVlhe7786O pic.twitter.com/Anu01vZPU8
— Dr. Fahrettin Koca (@drfahrettinkoca) April 5, 2020