Tirkiye, Koronavîrus

Wezareta Karên Navxweyî: "Li 39 cihan karantîna heye"

"Ev karantîna ji bo tevdîrê ye, ji bo ku şewba vîrusa koronayê belav nebe û jiyana welatiyên me nekeve talûkeyê û li van cihan îzolasyona civakî pêk bê tê kirin."

Türkan Tosun  | 30.03.2020 - Rojanekırın : 03.04.2020
Wezareta Karên Navxweyî: "Li 39 cihan karantîna heye"

Ankara

 Wezareta Karên Navxweyî daxuyand di çarçoveya tevdîrên ji bo vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tên dîtin da li bajarokekê, 6 tax, 28 gund û 4 mezrayên 18 bajaran, tevahî 39 cihan karantîna heye.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin îro ji saet 15.15an pê va li tevahiyê Tirkiyeyê li 39 cihan bi biryara lijneyên hifzisihhayê yên bajar û navçeyan va karantîna hat destpêkirin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li bajarokekê, 6 tax, 28 gund û 4 mezrayên 18 bajaran, tevahî 39 cihan karantîna heye. Ev karantîna ji bo tevdîrê ye, ji bo ku şewba vîrusa koronayê belav nebe û jiyana welatiyên me nekeve talûkeyê û li van cihan îzolasyona civakî pêk bê tê kirin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.