Tirkiye, Koronavîrus

Wezareta Karên Navxweyî ji walitiyan ra giştînameya "Tevdîrên Remezanê" şand

Orhan Onur Gemici  | 12.04.2021 - Rojanekırın : 13.04.2021
Wezareta Karên Navxweyî ji walitiyan ra giştînameya "Tevdîrên Remezanê" şand

Ankara

Wezareta Karên Navxweyî ji walitiyan ra giştînameyeke bi navê "Tevdîrên Remezanê" şand.

Di giştinameyê da behsa tevdîrên ku wê di meha remezanê da bên dîtin hat kirin.

Li gor giştînameya "Tevdîrên Remezanê" ya Wezareta Karên Navxweyî ji bo konên fitarê, fitar, paşîv û çalakiyên bi vî rengî yên ku qerebalix tên bal hevdu destûr wê neyê dayîn. Ji bo ku welatî neçin mêvantiyê û bi hev ra fitarê nexwîn j, jî xebatên rê li ber vê yekê bigire wê bên kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Karên Diyanetê wek par îsal jî nimêja terawîhê wê di malan da bê kirin. Ji bo ku welatî guh bidin vê yekê jî bang wê bên kirin.

- Pehtina pîde û nan saetek beriya fitarê wê biqede

Sparîşên taybet ên firûnan jî tê da pehtina pîde û nan saetek beriya fitarê wê dawî bibe, heta saeta fitarê wê tenê were firotin.

- Kontrol wê zêde bibin

Ji bo şirket û kargehên ku remezanê ji xwe ra derfet nîşan bidin û bihayên tiştan zêde bikin kontrol wê bên zêdekirin, ji kesên dijî vê yekê tevbigerin ra miemele wê bên kirin.

Hejmara wesayîtên komî beriya fitarê wê bê zêdekirin.

- Alîkariya kesên hewcedariya wan heye wê bê kirin

Di remezanê da walî û qaymeqamtî wê di navbera saziyan da têkiliyê pêk bînin û alîkariyê bidin welatiyên ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.