Tirkiye, Koronavîrus

Wezîrê Karên Navxweyî Soylu ragihand di serdema "Asayîbûna Bikontrol" da modela kontrolên zêdetir dê bê cîbicîkirin

Önder Beyter  | 02.03.2021 - Rojanekırın : 02.03.2021
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu ragihand di serdema "Asayîbûna Bikontrol" da modela kontrolên zêdetir dê bê cîbicîkirin

Ankara

 Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ragihand ku di serdema "Asayîbûna Bikontrol" da modela kontrolên zêdetir dê bê cîbicîkirin û ev pêvajo dê bi pabendbûna rêgezan va bi dawî bibe.

Soylu di parvekirina li ser hesabên xwe yên medyaya civakî da wiha got:

"Di serdema "Asayîbûna Bikontrol" a li gorî asta rîskê ya parêzgehên me da modela kontrolên zêdetir dê bê cîbicîkirin. Em ê bi saya fedakariya miletê me û pabendbûna wan a bi rêgezan va vê pêvajoyê bi hev ra li dû xwe bihêlin. Pabendbûna bi rêgezên paqijî, maske, mesafe û rêgezên mayîn va bi hev ra..."



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.