Welatiyên temenê wan ji 25an mezintir in tên aşîkirin

Kırklareli
Li Edirne, Kirklarelî û Tekirdagê welatiyên ji bo aşî bibin randevu hildane diçin li nexweşxane û navendên tenduristiyê aşî dibin.
Ayşenur Yilmama li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Kirklareliyê aşî bû ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ji ber ku êdî kesên temenê wan 25 e aşî dibin ew kêfxweş e.
Yilmamê wiha got: "Ez bi mehan e benda vê bûm. Niha kêfxweş im, ji her kesî ra pêşniyaz dikim ku bila aşî bibin."
Adnan Ata jî got wî randevu hildaye ku aşî bibe û wiha dewam kir: "Kesên xwedî hişmendî divê bên aşî bibin. Yên ku aşî nabin çima dudilî ne ez nizanim. Jixwe piştî hin testan aşî ji bo tenduristiya însanan tên çêkirin. Ji ber vê ez pêşniyaz dikim ku bila herkes aşî bibe."
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê heta îro li Edirneyê 333 hezar û 460, li Kirklareliyê 279 hezar û 863, li Tekirdagê 628 hezar û 841 doz aşî hat kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.