Koronavîrus

Serokomar Erdogan: "Emê ji şewba koronavîrusê bi xisara herî kêm derkevin"

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Emê ji şewba koronavîrusê bi xisara herî kêm derkevin"

Ahmet Aydın  | 25.03.2020 - Rojanekırın : 26.03.2020
Serokomar Erdogan: "Emê ji şewba koronavîrusê bi xisara herî kêm derkevin"

Istanbul

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, "Emê ji şewba koronavîrusê bi xisara herî kêm derkevin."

Serokomar Erdogan di gotara xwe ya banga gel de ya ku di çarçoveya têkoşîna dijî cureya nû ya koronavîrusê de (Kovîd-19) ya ku tê de behsa tedbîr û astên vê nexweşiyê kir anî ziman ku cîhan hemî bi taybet jî welatên derdora Tirkiye bi tehdîdekê re rûbirû ne ku di dîrokê de wêneyên wê kêm in ku ew tehdîd nexweşiyeke şewbê ye.

Serokomar Erdogan got, "Emê ji şewba koronavîrusê bi xisara herî kêm derkevin. Tirkiye di micadeleya dijî koronavîrusê de dewletek e ku herî zû tedbîr sitend. Ji roja pêşî ve li dijî şewba koronavîrusê bi hemî sazî û îmkanên xwe li tenişt gelê xwe ne. Bi tedbîran û pakêtên piştevaniyê yê aborî, emê welatiyên xwe ji tesîrên vê qeyranê biparêzin."

Erdogan bal kişand ser têkoşîna dijî Kovîd-19ê û wiha axivî:

Dê ji bo welatiyên me yên temenê wan jorî 80yî bernameya şopandinê ya periyodîk bê vekirin. Dê peredayînên performansê yên xebatkarên tendirustiyê seranserê 3 mehan ji tawana jorî bê kirin. Dê 32 hezar personelên nû yên tendirustiyê werin îstixdamkirin. Dê hemî mêvanxaneyên saziyan ji bo personelên tendirustiyê werin vekirin. Dê milyonek heb kîtên teşxîsê di demeke nêzîk de têkevin xizmetê Dê deynên KOBÎyan ên bo KOSGEBê heta 30ê hezîranê bên tecîlkirin. Ji bo fîrmeyên ku dezenfektana xwemalî, cilên parêziyê, berçavk û maske îmal dikin dê 6 milyon TL piştevanî bê dayîn. Bêyî têkçûna neqdê dema pêwîst bû dê fînansmana îlawe bê fîrmeyan bê kirin. Deynên Kartên Krediyê dê karibin heta dawiya hezîranê bên tecîlkirin."

Yaşlı büyüklerimizle ilgili hassasiyetimizin sebebi onların diğerlerine hastalık bulaştırıyor olması değil, onlara hastalık bulaşmasının önüne geçmektir.

Serokomar Erdogan anî ziman ku vîrus bêhtir tesîrê li kesên xwedî nexweşiyên kronîk û yên temenên wan zêde dike û got, "Take rêya rêlibergirtina ku vîrus neçe pîr û kalên me û herwiha nexweşên me karantîna ya ku mirov bixwe pêk bîne. Sedema wê yekê ku em li dijî ixtiyarên xwe hesas in, ne ku nexweşiyê belav dikin, em dixwazin wan ji nexweşiyê biparêzin. Em bêrêziyeke herî biçûk jî li hember mezinên xwe qebûl nakin."

Serokomar Erdogan herwiha got, "Tirkiye bi tehdîdekê re rûbirû ye lê li hember hemî cure senaryoyan amadekariya me heye."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın