Tirkiye, Koronavîrus

Seferên ji Brezîlyaya ku lê waqieyên Kovîd-19ê yên bi mutasyon zêde bûne tên Tirkiyeyê berwext hatin rawestandin

Elif Irmak  | 23.01.2021 - Rojanekırın : 23.01.2021
Seferên ji Brezîlyaya ku lê waqieyên Kovîd-19ê yên bi mutasyon zêde bûne tên Tirkiyeyê berwext hatin rawestandin

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ragihand ku ji ber waqieyên ji ber vîrusa Kovîd-19ê ya bi mutasyon ên ku zêde bûne seferên ji Brezîlyayê tên Tirkiyeyê berwext hatin rawestandin.

Koca di parvekirina xwe ya ji ser hesabê xwe yê Twîtterê da bi bîr xist ku berê biryar hat dayîn ku ji ber vîrusa bimutasyon seferên ku ji Îngiltere, Danîmarka û Afrîkaya Başûr tên Tirkiyeyê berwext bên rawestandin û got ku "Li ser van welatan ji ber waqieyên vîrusa bi mutasyon ên ku ji îro va zêde bûne Brezîlya jî hat zêdekirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın