İbrahim Atmaca
23 Îlon 2020•Rojanekirin: 02 Cotmeh 2020
Cî û warên dîrokî û turîstîk ên Erziromê ên weke medrese, mizgeft û kelehan ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) xalî ne.
Beriya şewba Kovîd-19ê turîstan timî Medreseya Cotminare, Mizgefta Mezin, Sê Qubik, Keleha Erziromê û Medreseya Yaqutiyeyê ziyaret dikir, lê van rojana ev cihên dîrokî xalî ne.
Kesên ku bixwazin van cî û warên dîrokî û turîstîk ziyaret bikin, di çarçoveya tevdîrên vîrusê da ziyareta xwe dikin, di têketinê da dezenfektan û afîşên hişyariyê hene. Kesên bê maske nayên qebûlkirin.
Cî û warên dîrokî bi taybetî nava hefteyê bê deng dimînin.
Ji aliyê din va li kolanên herî qerebalix ên bajêr kêm kesan maske da ber devê xwe.