Di Operasyona Pence-Pilingê da muhîmat û alavên jiyanê yên PKKyê hatin bidestxistin
Ankara
Li bakurê Iraqê li herêma Operasyona Pence-Pilingê di şikeft û stargehên rêxistina terorê PKKyê da muhîmatên ku di navê da teqemeniyên destçêkirî jî hene û alavên jiyanê hatin dîtin.
Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da hat destnîşankirin ku li bakurê Iraqê Operasyona Pence-Pilingê ya dijî hedefên terorê bi serkeftî didome.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di lêgerîn û kontrolên di şikeft û stargehên ku ji hêla komandoyan hatin tesbîtkirin da 10 teqemeniyên destçêkirî, 3 pergalên teqemeniya destçêkirî, 4 muhîmatên hawinê, nîşangeheke hawinê, 2 fîşengên sewqê yên RPG-7ê, dûrbînek, bêtêlek, power bankek a vejena tavê, hîltiyek, konek, 800 lître sotemenî û gelek alavên jiyanê hatin bidestxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.