Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 8 hezar û 780 kesan pozîtîf derket, 46 kes mirin

Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawînde 198 hezar û 537 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 8 hezar û 780 kes pozîtîf derketin, 46 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 198 hezar û 537 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 8 hezar û 780 kes pozîtîf derketin, 46 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan gihişt 4 hezar û 561.