Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 28 hezar û 997 kesan pozîtîf derket, 336 kes mirin
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 241 hezar û 747 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 28 hezar û 997 kes pozîtîf derketin, 336 kesan canê xwe ji dest da.

Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 241 hezar û 747 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 28 hezar û 997 kes pozîtîf derketin, 336 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 241 hezar û 747 test hatin kirin, testa 28 hezar û 997 kesan pozîtîf derket, 336 kesan canê xwe ji dest da, hejmara nexweşan bû 2 hezar û 483.
Di 24 saetnên dawîn de 38 hezar û 218 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 4 milyon 554 hezar û 37.
Hejmara testan gihişt 48 milyon û 229 hezar û 733yan, hejmara pêketiyan bû 4 milyon û 929 hezar û 118, hejmara miriyan bû 41 hezar û 527, hejmara nexweşên giran bû 3 hezar û 452.
Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 53,1 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 68,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 33,8 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.