Li Tirkiyeyê testa 1661 kesî ya Kovîd-19ê pozîtîf derket, 11 kes mirin

Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da testa 102 hezar û 242 kesan a Kovîd-19ê hat kirin, testa 1661 kesî pozîtîf derket û 11 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê parve kir.
Li gorî vê, di 24 saetên dawîn da testa 102 hezar û 242 kesan a Kovîd-19ê hat kirin, testa 1661 kesî pozîtîf derket, 11 kes mirin û 1843 kes jî baş bûn.
Li Tirkiyeyê hejmara aşiyên ku heta niha hatine kirin derket 147 milyon û 540 hezar û 208 dozî.
Rêjeya herî bilind a yên ji 18 saliyê mezintir ên ku herî kêm du doz aşî bûne li 10 bajaran bi rêzê va wiha ye; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskişehir, Balikesir, Manisa û Zonguldak in.
Rêjeya bajarên herî kêm a yên ku herî kêm du doz aşî bûne jî Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bîngol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elezîz in.