Li Tirkiyeyê rêjeya doza aşiya Kovîd-19ê ya yekem ji 30 milyonî derbas bû

Ankara
Li tevahiya welêt rêjeya aşiya Kovîd-19ê ya doza yekem ya ku ji hêla Wezareta Tenduristiyê va tê kirin ji 30 milyonî derbas bû.
Li Tirkiyeyê aşikirina welatiyan bi berfirehî dewam dike. Di meha hezîranê da rêjeya aşîkirinê zêdetir bû.
Welatî ji nav aşiyên Sînovac û BîoNTechê kîjanê bixwazin dikarin wê hilbijêrin.
Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê yên li ser malpera "covid19asi.saglik.gov.tr"yê tên weşandin di 24ê hezîranê da ji saet 08.37an pê va rêjeya aşiya Kovîd-19ê ya doza yekem gihîşt 30 milyon û 1963yan, rêjeya doza duyem jî gihîşt 14 milyon û 654 hezar û 380î. Bi tevahî rêjeya doza aşiyê bû 44 milyon û 656 hezar û 343 hezar.
Li Stenbolê rêjeya doza yekem ya aşiyê bû 5 milyon û 780 hezar û 671, rêjeya doza duyem ya aşiyê bû 2 milyon û 393 hezar û 302, bi tevahî jî bû 8 milyon û 173 hezar û 973.
Li Enqereyê rêjeya doza yekem ya aşiyê bû 2 milyon û 491 hezar û 567, rêjeya doza duyem ya aşiyê bû milyonek û 230 hezar û 123, bi tevahî jî bû 3 milyon û 721 hezar û 690.
Li Îzmirê jî rêjeya doza yekem ya aşiyê bû 2 milyon û 7 hezar û 842, rêjeya doza duyem ya aşiyê bû 996 hezar û 411, bi tevahî jî bû 3 milyon û 4 hezar û 253.
Li welêt niha welatiyên ku temenê wan ji 25î zêdetir e dikarin bên aşîkirin, lê ji sibê pê va kesên temenê wan ji 18an zêdetir e jî wê bikaribin aşî bibin.