Koronavîrus

Li Tirkiyeyê jimara kesên ku her du doz aşî li xwe dan ji 45 milyonî derbas bû

Aybüke İnal Kamacı  | 24.06.2021 - Rojanekırın : 25.06.2021
Li Tirkiyeyê jimara kesên ku her du doz aşî li xwe dan ji 45 milyonî derbas bû

Ankara

 Li Tirkiyeyê seba têkoşîna Kovîd-19ê sepandina bernameya aşîkirinê bê navber dewam dike. Welatî ji Sînovac û BioNTechê kîjanî bixwazin, diçin li xwe didin.

Li gor daneyên ser malpera "covid19asi.saglik.gov.tr"yê ya Wezareta Tenduristiyê, ji 24ê hezîranê saet 13.11î pê va jimara kesên ku doza ewil a aşiyê li xwe da derket 30 milyon û 312 hezar û 658an, jimara kesên ku doza duyem a aşiyê li xwe da jî derket 14 milyon û 687 hezar û 405an. Bi vî havî 45 milyon û 63 hezar her du doz aşî hatin kirin.

Li Stenbolê 5 milyon û 834 hezar û 55 kesan doza ewil, 2 milyon û 397 hezar û 726 kesan jî doza duyem, bi tevahî 8 milyon doz aşî; li Enqereyê 2 milyon û 511 hezar û 736 doza ewil, milyonek û 232 hezar û 137 doza duyem, bi tevahî 3 milyon û 743 doz aşî; li Îzmirê jî 2 milyon û 24 hezar û 824 doza ewil, 998 hezar û 395 doza duyem, bi tevahî 3 milyon û 23 hezar û 219 hezar doz aşî hatin kirin.

Li Tirkiyeyê ji sibê pê va her kesên ku ketine 18 saliya xwe dikarin randevu bistînin û aşî bibin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın