Tirkiye, Koronavîrus

Li Tirkiyeyê ji kesên ku pê ra Kovîd-19 hatibû tesbîtkirin 176 hezar û 965 jê baş bûn

Di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1186 kesan, 17 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî bû 202 hezar û 284, jimara miriyan derket 5 hezar û 167an

Elif Irmak  | 03.07.2020 - Rojanekırın : 04.07.2020
Li Tirkiyeyê ji kesên ku pê ra Kovîd-19 hatibû tesbîtkirin 176 hezar û 965 jê baş bûn

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) dan 1186 kesan, 17 kes mirin, jimara waqieyan bi tevahî bû 202 hezar û 284, jimara miriyan derket 5 hezar û 167an.

Li gor daneyên rojane yên "Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê" ya ku li ser malpera Wezareta Tenduristiyê cî digire û Wezîr Fahrettîn Koca jî ji ser Twîtterê parve kirin îro 49 hezar û 714 test hatin kirin, teşxîsa Kovîd-19ê dan 1186 kesan. Di 24 saetên dawîn da 17 kesan wefat kir, 1543 kes baş bûn.

Jimara testan bi tevahî derket 3 milyon û 483 hezar û 677an, jimara waqieyan 202 hezar û 284an, jimara miriyan jî derket 5 hezar û 167an.

Jimara nexweşên di unîteya lênêrîna awarte da 1067, yên girêdayî cîhaza bêhnhildanê 372 jimara nexweşên ku baş bûn jî bi tevahî derket 176 hezar û 965an.

- "Li Burdur û Gumuşhaneyê ev 2 roj in waqieyên nû tunene"

Wezîr Koca di parvekirina xwe ya ji ser Twîtterê ya der barê daneyên dawîn da got ku "Li Burdur û Gumuşhaneyê ev 2 roj in waqieyên nû tunene. 5 bajarên ku waqie lê herî zêde ne: Stenbol, Enqere, Gazîentab, Konya, Bursa. Dîmenên ku ji bo tenduristiya civakê xetereyê nîşan didin zêde dibin: Îro di çapemeniyê da xeberên wesayîtên ku di wan da mesafeya civakî tune derketin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın