Li Tirkiyeyê hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 218 hezar û 491ê
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1083 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 234 hezar û 934an.

Ankara
18 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 5 hezar û 765an.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 994 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 218 hezar û 491ê.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Zêdebûna hejmara nexweşên nû gelekî xeter e. Ferqa di navbera 2 rojan de di nava heyama nêzîk de cara yekê wisa berbiçav e. Pêdivê em bibin rêgirê wê yekê ku rewşa temasê ya cejnê û tatîlê bibe sedema encamên giran. Em tevde li hember hevdu berpirsyar in."