Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 9 hezar û 561 kes pozîtîf derketin, 72 kes mirin
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 124 hezar û 15 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 9 hezar û 561 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 665 hezar 194an.

Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 124 hezar û 15 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 9 hezar û 561 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 665 hezar 194an.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 124 hezar û 15 test hatin kirin, testa 9 hezar û 561 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 32 milyon û 684 hezar û 747.
Îro 72 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 28 hezar û 285.
Nexweşên giran bûn 1200, 5 hezar û 297 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 540 hezar û 293.
Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 4,2 ye. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 48,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 60,3 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 30,4 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.