Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 435 kes pozîtîf derketin, 159 kes mirin
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 168 hezar û 894 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 6 hezar û 435 kes pozîtîf derketin, 159 kesan canê xwe ji dest da.

Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 168 hezar û 894 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 6 hezar û 435 kes pozîtîf derketin, 159 kesan canê xwe ji dest da.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 168 hezar û 894 test hatin kirin, testa 6 hezar û 435 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 27 milyon û 867 hezar û 450î.
Îro 159 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 24 hezar û 487an.
Nexweşên giran bûn 2 hezar 102, 5 hezar û 932 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 283 hezar û 919an.
Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 5,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 45,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 31,2 ye. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.