Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 289 kes pozîtîf derketin, 153 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 168 hezar û 894 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 6 hezar û 289 kes pozîtîf derketin, 153 kesan canê xwe ji dest da.

Ahmet Sertan Usul  | 21.01.2021 - Rojanekırın : 22.01.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 289 kes pozîtîf derketin, 153 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 168 hezar û 894 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 6 hezar û 289 kes pozîtîf derketin, 153 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 165 hezar û 109 test hatin kirin, testa 6 hezar û 289 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî gihişt 28 milyon û 32 hezar û 743yan.

Îro 153 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê gihişt 24 hezar û 640î.

Nexweşên giran bûn 2 hezar û 74, 6 hezar û 113 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 290 hezar û 32.

Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 5,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 45,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 31,2 ye. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.