Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 29 hezar û 240 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 214 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 351 hezar û 165 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 29 hezar û 240 pozîtîf derketin, 214 kes mirin.

Merve Yıldızalp  | 18.10.2021 - Rojanekırın : 19.10.2021
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 29 hezar û 240 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 214 kes mirin

Ankara

 Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 351 hezar û 165 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 29 hezar û 240 pozîtîf derketin, 214 kes mirin.

Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 351 hezar û 165 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 29 hezar û 240 kes pozîtîf derketin, 214 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 26 hezar û 539 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 88,47 ya doza duyem jî weke 76,45 hat tomarkirin.

Di çarçoveya derzîlêdana Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 114 milyon û 207 hezar û 634 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 24 hezar û 236 kesan derzî li xwe dane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın