Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 27 hezar û 592 testên Kovîd-19ê pozîtîf derketin, 175 kes mirin
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 364 hezar û 351 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 27 hezar û 592 pozîtîf derketin, 175 kes mirin.
Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 364 hezar û 351 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 27 hezar û 592 pozîtîf derketin, 175 kes mirin.
Wezareta Tenduristiyê, Tabloya Rojane ya Koronavîrusê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr" parvekir.
Li gorî tabloyê di 24 saetên dawîn de 364 hezar û 351 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 27 hezar û 592 kes pozîtîf derketin, 175 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 28 hezar û 285 e.
Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 90,41 a doza duyem jî weke 80,86 hat tomarkirin.
Li Tirkiyeyê heta nuha 119 milyon û 726 hezar û 75 doz aşî hatiye kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.