Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1721 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 74 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 113 hezar û 317 test hatin kirin, 1721 pêketî hatin tesbîtkirin.

Ahmet Aydın  | 24.09.2020 - Rojanekırın : 25.09.2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1721 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 74 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 113 hezar û 317 test hatin kirin, 1721 pêketî hatin tesbîtkirin.

Di 24 saetên dawîn de 74 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara nexweşên rewşgiran bû 1573.

Îro bi rehetbûna 1241 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 271 hezar û 964an.

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Hejmara nexweşên me yên rewşgiran gihişt 1573yan. Kêmbûna rêjeya zaturreya nexweşan (ji sedî 6.6) berdewam e. Xebatkarên me yên tendirustiyê heta bê bes fîdakar in. Divê em bi pabendiya tedbîran piştavanê xebatkarên xwe yên tendirustiyê bin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın