Koronavîrus

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1467 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 68 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 101 hezar û 119 test hatin kirin, 1467 pêketî hatin tesbîtkirin.

Ahmet Aydın  | 27.09.2020 - Rojanekırın : 28.09.2020
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 1467 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin, 68 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de ji bo cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 101 hezar û 119 test hatin kirin, 1467 pêketî hatin tesbîtkirin.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî daneyên rojane îro 101 hezar û 119 test hatin kirin û hejmara testan bi giştî gihişt 10 milyon û 37 hezar û 700î.

Di 24 saetên dawîn de ji bo Kovîd-19ê 101 hezar û 119 test hatin kirin, 1467 pêketî hatin tesbîtkirin. 68 kesan canê xwe ji dest dan.

Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 1116 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 275 hezar û 630î.

Hejmara nexweşên aktîf 30 hezar û 806 û ya nexweşên rewşgiran bû 1583, rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 6,5 e.

- "Piştî maweyeke dirêj hejmara nexweşên me yên rewşgiran kêm bû"

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê got, "Piştî maweyeke dirêj hejmara nexweşên me yên rewşgiran kêm bû. Îro 1583 rewşgiranên me he. Daketina rêjeya zaturreyê jî didome. Hejmara nexweşên nû berê xwe daye kêmbûnê. Bêguman ev encama tedbîran e. Em bihevre pabendê tebîra bin, emê vîrusê têk bibin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın