Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1578 kesan, 53 kes mirin
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 96 hezar û 842 testên Kovîd-19ê hatin kirin, teşxîsa nexweşiyê dan 1578 kesan

Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da teşxîsa Kovîd-19ê dan 1578 ksan, 53 kes mirin, jimra waqieyan bi tevahî derket 279 hezar û 806an, jimara miriyan derket 6 hezar û 673yan.
Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin. Li gor daneyên rojane îro 96 hezar û 842 test hatin kirin, bi 1578 kesan ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin.
Di 24 saetên dawîn da 53 nexweşan wefat kir, 1013 kes mirin. Jimara kesên ku tedawiya wan a Kovîd-19ê hatin temamkirin derket 251 hezar û 105an.
Jimara testan bi tevahî derket 7 milyon û 779 hezar û 539an, jimara waqieyan derket 279 hezar û 806an, jimara miriyan jî derket 6 hezar û 673yan.
Jimara nexweşên aktîf bû 22 hezar û 28, jimara nexweşên giran bû 1102, di nexweşan da rêjeya zatureyê jî bû ji sedî 7,6.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca di parvekirina xwe ya ji ser çapemeniya civakî da nirxandina "Hefteya dawîn bajarên me yên ku jimara nexweşên rojane herî zehf zêde bûn; Wan, Karaman, Erzincan, Çankiri û Qeyserî. Bajarên me yên ku jimara nexweşên giran herî zêde ne; Stenbol, Enqere, Konya, Erzirom û Yozgat. Em dikarin bi hev ra guh bidin tevdîran û bi ser bikevin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.