Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da testa Kovîd-19ê ya 5 hezar û 967 kesan pozîtîf derket, 149 kes mirin
Di 24 saetên dawîn da tedawî/karantînaya 6 hezar û 18 kesan xilas bû û jimara başbûyiyan derket 2 milyon û 296 hezar û 50 kesî

Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawînda 163 hezar û 342 testên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hatin kirin, testa 5 hezar û 967 kesan pozîtîf derket, 149 kes mirin.
Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin. Li gor vê di 24 saetên dawîn da 163 hezar û 342 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 5 hezar û 967 kesan pozîtîf derker, 149 kes mirin. Jimara nexweşan wek 734 hat eşkerekirin.
Di 24 saetên dawîn da tedawî yan jî karantîmaya Kovîd-19ê ya 6 hezar û 18 kesan xilas bû û jimara başbûyiyan derket 2 milyon û 296 hezar û 50 kesî. Jimara testan derket 28 milyon û 195 hezar û 901î. Jimara waqieyan derket 2 milyon û 418 hezar û 472yan, jimara miriyan derket 24 hezar û 789an, jimara nexweşên giran bû 2 hezar û 3.
Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 5,1 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 45,5 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,8 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 31,2 ye. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.