Koronavîrus

Li Awistralyayê jimara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 20î

Li Awistralyayê jimara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 20î, jimara weqiayan jî derket 4 hezar û 800î.

Elif Irmak  | 01.04.2020 - Rojanekırın : 01.04.2020
Li Awistralyayê jimara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 20î

Queensland

 Li Awistralyayê jimara keêsn ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 20î, jimara weqiayan jî derket 4 hezar û 800î.

Wezareta Tenduristiya Eyaleta Gallera Başûr a Nû (NSW) eşkere kir ku jinika 95 salî ya ku li mala xwedîkirina îxtiyaran a li Sydneyê bi vîrusê ket li nexweşxaneya lê dihat dermankirin, mir.

Bi vê mirinê li NSWyê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 9an, li tevahiya Awistralyayê jî jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû mirin derket 20î.

Ji dawiya meha kanûna paşîn ku cara ewil vîrus hatibû dîtin kêm zêde ji bo 250 hezar kesî test hat kirin, di encamê da hat tesbîtkirin ku bi 4 hezar û 800 kesî ra vîrus heye. Hat ragihandin ku li tevahiya Awistralyayê 337 kesên bi vîrusê ketibûn baş bûn.

Li Awistralyayê ji xeynî hewcehiyên tenduristiyê, egzersîz, peydakirina xurek û melzemeyên hewcehiyên yên bingehîn, çûna kar û dibistanê rêbaza ji derneketina ji malê di rewacê da ye û kesên ji dervayî welêt tên jî hildidin karantînaya mecbûrî.

Li welêt hatiye qedexekirin ku li cihên vekirî û girtî ji bilî endamên malê ji du kesan zêdetir mirov bên bal hev.

Li welêt ji bilî rewşên acil ziyaretên eqreba û malan jî hatiye qedexekirin û kesên guh nadin rêbazan cezayê pere û hepsê dixwin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın