Koronavîrus

Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê mirin derket 2 hezar û 640î

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 123 kesên din jî ji ber vîrusa koronayê ya nû mirin û jimara kesên ku vîrus kişiyayê jî derket 38 hezar û 309an

İbrahim Atmaca  | 29.03.2020 - Rojanekırın : 29.03.2020
Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê mirin derket 2 hezar û 640î

Istanbul

 Li Îranê di 24 saetên dawîn da 123 kesên din jî ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin û jimara miriyan derket 2 hezar û 640î, jimara kesên ku vîrus kişiyaye wan jî derket 38 hezar û 309an.

Li gor nûçeya têlevîzyona dewletê ya Îranê, Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Kiyanuş Cîhanpur eşkere kir ku li Îranê 24 saetên dawîn ji ber vîrusa koronayê ya nû 123 kesên din jî mirin.

Cîhanpur diyar kir hejmara miriyan derket 2 hezar û 640î, jimara nexweşan jî 2 hezar û 901 kes zêde bûn û derket 38 hezar û 309an.

Cîhanpur destnîşan kir ku heta niha 12 hezar û 391 kes jî baş bûne.

Kovîd-19 cara ewil di 19ê sibatê da li Qûma bajarê Îranê hatibû dîtin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın