Koronavîrus

Li Îranê di dergûşeke 35 rojî da Kovîd-19 hat tesbîtkirin

Li navçeya Gunabadê ya li ser Eyaleta Xoresana Rezewî ya Îranê di dergûşeke 35 rojî da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin.

İbrahim Atmaca  | 29.03.2020 - Rojanekırın : 31.03.2020
Li Îranê di dergûşeke 35 rojî da Kovîd-19 hat tesbîtkirin

Istanbul

Rektorê Zanîngeha Zanistên Tenduristiyê ya Gunabadiyê Cewad Bazelî ji Ajansa Nûçeyan a Tasnîmê ra axivî û wiha got: "Dergûşeke 35 rojî ji ber ku bêhna xwe baş nedida û nedistand, anîn nexweşxaneyê. Testa Kovîd-19ê ya dergûşê hat kirin û test pozîtîf derket."

Bazelî diyar kir, li welêt nexweşa herî piçûk a ku tê da Kovîd-19 hat tesbîtkirin, ev dergûş e û rewşa dergûşê ber bi başiyê va diçe.

Kovîd-19a ku ji Çînê belayî dinyayê bû, cara ewil di 19ê sibatê da li Qûma bajarê Îranê hatibû dîtin û paşê li temamiya Îranê bela bûbû.

Li welêt ji duh pê va 2 hezar û 640 kes mirin, jimara kesên ku vîrus kişiyaye wan jî derket 38 hezar û 309an.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın