Tirkiye, Koronavîrus

Kocayê Wezîr diyar kir ku di rojekê da milyonek û 582 hezar û 232 doz aşî hat lêxistin

Zehra Aydın Turapoğlu  | 18.06.2021 - Rojanekırın : 19.06.2021
Kocayê Wezîr diyar kir ku di rojekê da milyonek û 582 hezar û 232 doz aşî hat lêxistin

Ankara

 Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristiyê diyar kir ku di 24 saetên dawîn da milyonek û 582 hezar û 232 doz aşî hat lêxistin.

Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got: "Îro aşiya milyon û nîvekî di saet 21.43yan da hat lêxistin. Artêşa me ya aşiyê di nav 2 saet û 17 deqîqeyan da 82 hezar û 232 doz aşiya din jî kirin. Bi vî awayî di nav 24 saetan da milyonek û 582 hezar û 232 doz aşî hat lêxistin. Ji saet 24.00an pê va jî rojê teze dest pê kir. Dilrihetî rakevin. Şeva we bi xêr."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.