Ji YEyê bo Sûriyeyê ji ber Kovîd-19ê bangewaziya agirbestê
Yekîtiya Ewropayê (YE), şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) jî li ber çavan girt û ji bo Sûriyeyê bangewaziya agirbesta bilez kir.

Brussels Hoofdstedelijk Gewest
Di daxuyaniya nivîskî ya Nûnerê Bilind ê Peywendiyên Derva û Polîtîkayên Ewlekariyê yê YEyê Josep Borrell da hat nirxandin ku agirbesta heyî ya li Îdlibê ne qewîn e.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku divê agirbesta li Îdlibê were parastin û li agirbest li ser asta hemû welêt were berfirehkirin û herwiha hat diyarkirin ku ji hêla Kovîd-19ê va jî pêwîst e ku li welêt pevçûn bên bidawîkirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku Nûnerê YEyê yê Taybet ji bo Sûriyeyê yê li Neteweyên Yekbûyî Geir O. Pedersen jî piştgiriyê dide bangewaziyê û herwisa ji rejima Sûriyeyê jî hat xwestin ku gelek girtiyan berde.
Pedersen di axaftina xwe da gotibû, "Ez îro ji bo hemû Sûriyeyê bangewaziya agirbesteke tam û bilez dikim da ku ji bo jinavbirina Kovîd-19ê hewildaneke baş were kirin" û herwiha bal kişandibû ku Sûriyeyî li hemberî Kovîd-19ê bêpenah in."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.