Koronavîrus

Di danezana MGKê de tekezî li Rojhilatê Deryaya Spî hat kirin

Ji Danezana MGKê: "(Rojhilatê Deryaya Spî) Carekê din hat dupat kirin ku di majara parastina berjewendiyên gelê Tirk ên di beja, derya û asîmanan de de herwekî heta nuha hat kirin destberdarî nayê kirin."

Ahmet Aydın  | 24.09.2020 - Rojanekırın : 25.09.2020
Di danezana MGKê de tekezî li Rojhilatê Deryaya Spî hat kirin

Ankara

Di danezana Lijneya Ewlekariya Neteweyî de hat gotin, "Carekê din hat dupat kirin ku di majara parastina berjewendiyên gelê Tirk ên di beja, derya û asîmanan de de herwekî heta nuha hat kirin destberdarî nayê kirin."

Piştî Civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya ku bi serektiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin, danezan hat belavkirin.

Di Danezanê de bal bo Rojhilatê Deryaya Spî hat kişandin û wiha hat gotin:

"Carekê din hat dupat kirin ku di majara parastina berjewendiyên gelê Tirk ên di beja, derya û asîmanan de de herwekî heta nuha hat kirin destberdarî nayê kirin. Banga eqlêselîm ji bo welatên ku li dijî hiqûqa navneteweyî û peymanan tevdigerin di serî de çekdarkirina giravên di statuya xeyrî eskerî de, hat kirin. Di warê parvekirina çavkaniyên siruştî yên herêmê bi awayekî adîlane, Tirkiye di hemî platforman de alîgirê diyalogê ye."

Di danezanê de herwiha behsa operasyonên dijî terorê hat kirin derbarê operasyonên serkeftê yên dijî hemî rêxistinên terorê yên li hindur û derveyî welêt, agahî pêşkêşî Lijneyê hat kirin.

- Helwesta Tirkiyeyê ya ji bo Sûriye û Libyayê dê bidome

Di danezanê de hat gotin, "Tirkiye di çarçoveya meşrûiyetê de ji bo tesîsa îstiqrarê û têkoşîna dijî terorê li Sûriye û Libyayê piştevan e. Dê helwesta xwe ya gihandina van welatan bo aşitî û aramiyê bidomîne.

Di danezêna MGKê de tekezî li avêtina gavên berceste li dijî rêxistinê terorê, piştevanên wan û pêkhateyên ku di civakên navneteweyî de azadî û çavkaniyên gelên bindest xesb dikin, hat kirin.

Di danezanê de wihajî hat gotin:

"Tirkiyeya ku di her îhtîlafên herêmî û kurewî de, hemîşe alîgirê heq, heqaniyet û adaletê ye, li Rojhilatê Deryaya Spî helwest û kirdarên xwe di heman çarçoveyê de didomîne. Herwaha di serî de Yekîtiya Ewropayê, ji bo hemî sazî û dewletên midaxilê îhtîlafan bangawaziya rêzligirtina li heq û berjewendiyên Komara Qibrisa Bakur a Tirkî hat kirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın