Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 6 hezar û 546 kes pozîtîf derketin, 77 kes mirin

Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 101 hezar û 105 testên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hatin kirin, 6 hezar û 546 kes pozîtîf derketin, hejmara pêketiyan gihişt 2 milyon û 638 hezar 422yan.
Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.
Li gorî daneyên rojane îro 101 hezar û 105 test hatin kirin, testa 6 hezar û 546 kesan pozîtîf derket û hejmara testan bi giştî bû 32 milyon û 318 hezar û 182.
Îro 77 kesan canê xwe ji dest da û hejmara miriyên ji ber Kovîd-19ê bû 28 hezar û 60.
Nexweşên giran bûn 1185, 5 hezar û 2 kes dermankirin/karantînaya wan qediya, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê bû 2 milyon 523 hezar û 760.
Ligorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,6 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 47,9 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran 59,6 e. Rêjeya tijebûna ventîlatorê 30,1 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.