Îxrackirina cîhazên bêhnê bi pêşdestûrê va hat girêdan

Ankara
Wezîra Bazirganiyê Ruhsar Pekcanê diyar kir, wan di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da verastkirineke nû çêkir û ji bo îxrackirina cîhazên bêhnê şertê ji Saziya Derman û Cîhazên Tibî ya Tirkiyeyê pêşdestûrê anîn.
Daxwaza guhertina teblîxê ya Wezareta Bazirganiyê di jimara îro ya Rojnameya Fermî da weşiya û ket rewacê.
Wezîr Pekcanê li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û diyar kir ku verastkirin di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da hat derxistin.
Pekcanê wiha got: "Di çarçoveya tevdîrên seba vîrusa koronayê da wan wek Wezareta Bazirganiyê verastkitineke nû çêkir. Ji bona cîhazên bêhnê li nav welêt têrê bikin seba îxracata wan divê ji pêş da destûr bê hildan. Me ev biryar piştî hevdîtinên ku me bi Wezareta Tendurustiyê ra kir da."
"Ji ber zêdekirina bihayan li 198 firmayan 10 milyon lire cezayê peretî hat birîn"
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcan: "Di 2 civînên Lijneya Reklamê vê mehê da ji ber bihayên zêde li 198 firmayan bi tevahî 10 milyon û 90 hezar û 60 lire cezayê peretî hat birîn."
Pekcanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) der barê zêdekirina bihayên hin amûran da wiha got: "Di 28ê Sibatê-25ê Adarê da ji ber bihayên amûrên wekî maske, kolonya û xurekê 6 hezar û 448 fîrma û 13 hezar 280 amûr hatin kontrolkirin."
Wezîra Ticaretê Ruhsar Pekcanê ji bona zêdekirina bihayên amûran got ku di civîna dawîn ya Lijneya Reklamê da biryar hat dayîn ku li 189 firmayan 9 milyon û 147 hezar û 31 lire cezayê peretî bê birîn.
Pekcanê got ku di 2 civînên Lijneya Reklamê vê mehê da ji ber bihayên zêde li 198 firmayan bi tevahî 10 milyon û 90 hezar û 60 lire cezayê peretî hat birîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.