Ekrem Payan,Fadıl Aslan
23 Tîrmeh 2024•Rojanekirin: 03 Tebax 2024
Li Bêtşebaba navçeya Şirnexê Zozanên Feraşînê yên ku bilindahiya wê 2 hezar û 625 raqim e, bi filoraya xwe ya dewlemend bû navenda mêşvanên gerok.
Zozanên Faraşînê ya di sêgoşeya Şirnex, Hekarî û Wanê da bi merayên xwe, hewaya hênik û pirbûna çavkaniyên avê hemî salê dibe hilbijarteya mêşvanan.
Li gorî daneyên di Sîstema Qeydkirina Mêşvaniyê de, bi serîlêdanên ku li Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya parêzgeh û navçeyan hatine kirin, 300 mêşvanên gerok, ji bajarên wekî Edene, Osmaniye, Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê tên zozanan, di nava hezaran kewaranda hingiv hildiberînin.
Mêşvanên ku di nava kon, qonteyner û qerewanan da dihêwirin seranserê rojê li ber mêş û kewarên xwe ne.
Ji mêşvanan Medet Seymenê ku ji Edeneyê hatiye daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Zozanên Faraşînê bi giyayên xwe yên endemîk ji bo mêşvaniyê pir guncaw e.
Mêşvan Dîlgeş Aslan jî anî ziman ku Zozanên Faraşînê ji bo mêşvaniyê cihekî baş e.
Muhammet Kadîmê ku ji Mêrdînê hatiye, diyar kir ku wan Zozanên Feraşînê hilbijartiye kiriye û ew hêvî dikin ku rekolteyeke baş ji hingiv bistînin.
Rêveberê Çandinî û Daristanan ê Parêzgeha Şirnexê Oktay Sezgîn anî ziman ku Zozanên Faraşînê ku di navbera 3 parêzgehan da ye, jîngeheke pir bi bereket pêşkêşî mêşvanan dike.
Sezgîn, destnîşan kir ku îsal li herêmê 80 hezar kewarên mêşên hingiv hene û ji van 30 hezar jî anîne Zozanên Feraşînê.