Jiyan

Zozanê Sertavula Mêrsînê ku bi berfê nixumiye, mazûvaniya zarokan dike

Ömer Tarsuslu  | 29.01.2026 - Rojanekırın : 29.01.2026
Zozanê Sertavula Mêrsînê ku bi berfê nixumiye, mazûvaniya zarokan dike Ömer Tarsuslu

Mersin

 Li Mûta navçeya Mêrsînê bi ketina berfê ra Zozanê Sertavulê di binê berfê da ma û zozan mazûvaniya zarokên ku ketine betlaneya nîvê salê, dike.

Dirba Sertavulê herêmên Anadoluya Navîn û Behra Spî bi hev va girê dide, zozanê derdora wê piştî ketina berfê malbat û zarokên wan ên ku di betlaneya nîvê salê da ne, diezimîne.

Zarok bi malbatên xwe ra dertên ser zozanê ku raqima wê 1650 mêtre ye û bi poşêt û teyştan va xwe dişiqitînin.

Recep Buyuktatliyê ku bi zarokên xwe va li Zozanê Sertavulê wextê xwe derbas dike, ji nûçegihanê AAyê ra got ku digel ketina berfê hewa pir xweş e, zozan ji bo betlaneya zivistanê ji alternatîfên herî baş yek e.

Halîme Deryalê jî wiha got, "Me pir xwest ku zaroka me berfê bibîne. Cihê herî xweş vê derê bû."

Eda Zeynep Duzê (10) jî got, "Xweşiqitandina ser berfê pir xweş e. Me bi malbatî çalakiyeke xweş kir."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.